Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona "rêxistina paralel" de, ji 30 kesên ku der barê wan de biryara binçavkirinê hebûn 10 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de polês û xebatkarên medyayê jî hene.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jêpirsîn da destpêkirin. Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşînê ya Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê serê sibê çûn navnîşanên ku berê hatibûn tespîtkirin. Tîman di van navnîşanan de 8 kes bin çav kirin.
Dema ku operasyonê dest pê kir li ber televizyona Samanyoluyê çend welatî li hev civiyan û ji bo binçavkirinan bertek nîşan dan.
Hat ragihandin ku der barê Midûrê Giştî yê Rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli û Serokê Koma Weşana Samanyoluyê Hîdayet Karaca de jî biryara binçavkirinê heye.
Senarîstê rêzefilma "Tek Tirkiyeyê" Alî Kara û lîstikvanek di nezareta polêsan de anîn Nexwaşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekiyê û kontrola wan a tenduristiyê hat kirin.
Ji bilî Stenbolê li Eskîşehirê jî çêkerê rêzafilma Sungurlarê ya televizyona Samanyoluyê Salih Asan û derhênerê rêzefîlmê Engîn Koç jî hatin binçavkirin.
Piştî îfadeya wan Koç û Asan neqlê Stenbolê kirin.
Li gor van agahiyan 8 kes li Stenbolê û 2 kes jî li Eskîşehirê bi giştî 10 kes hatin binçavkirin.