Önder Beyter
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Digel ku tu bernameyeke pîrozbahiyê tunebû jî welatiyên ku Qada Taksîmê di serî da li noqteyên cuda cuda yên bajêr hatin cem pêşwaziya sala nû kirin.
Gelek welatiyên ku li Qada Taksîmê û der û dora wê hatin cem hev, sala nû pîroz kirin.
Welatiyan çirkeyên dawîn ên sala borî bi hev ra jimartin, hevdu hembêz kirin û wisa ketin sala nû.
Noqteyên navendî yên ku welatî şeva serê salê lê kom bûn di serî da li tevahiya bajêr 37 hezar polêsî mesaî kir.
Kûçikên ji cinsê kangal û aqbaş jî cara yekemîn îsal li Qada Taksîmê derketin peywirê.
Hezar personelê Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet li 39 navçeyan li 100 noqteyên cuda tevdîrên xwe standin, wesayitên behrê yên girêdayî Midûriyeta Şaxa Bêdera Behrê û herwiha helîkoptera polêsan jî piştgirî dan tevdîran.
Di çarçoveya tevdîrên ewlekariyê yên ku qedera 4 hezar cendirmeyî jî beşdarî kirin da tîmên ewlekariyê yên di dirûvê sîmîtfiroş, piyangovan, berûfiroş, hosteyê boyaxê da jî li ser wezîfeyê bûn.