İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2020
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD) ragihand ku li Kurtalana navçeya Sêrtê bi lerza 5ê erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera AFADê, li navçeya Kurtalanê di saet 08.45ê da bi lerza 5ê erd hejiya.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 20 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
AFADê daxuyand, piştî ku li navçeya Kurtalanê erdhej çêbû heta niha îxbareke neyînî nehatiye kirin.