Türkan Tosun
04 Tebax 2020•Rojanekirin: 04 Tebax 2020
Li Eruha navçeya Sêrtê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo ku terorîstên PKKyî yên li herêma di bin berpirsyariya Fermandariya Cendirmeyan a Eruhê da ne berteref bikin, baregeh, depo, sitargehan îmha bikin operasyon dan destpêkirin.
Ji ber operasyonê li gundên Dadakli, Donerdover, Dagdoşu, Gulburnu û Ozlupelîtê yên li ser navçeyê ji saet 09.00an pê va heta emrekî duyemîn derketina derva hat qedexekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo ewlehî û aramiya gel divê welatî guh bidin qedexeyê.