17 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Di operasyona li Sûra navçeya Diyarbekirê da leşkerek cangorî bû.
Li navçeya Sûrê li taxa Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê ku li van taxan derketina derva qedexe ye tevî ekîbên cendirmeyan operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê da terorîstên PKKyî bi çekên giran gule agir kirin.
Di pevçûnan da gule li leşkerekî ket û leşker rakirin Nexweşxaneya Eskerî ya Diyarbekirê. Li vir tevî ku her cure mudaxale hat kirin jî eskerê birîndar cangorî bû.