BÎTLÎS
Bijîşkên Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê bi zimanê kurdî, tirkî û erebî ji gel re xizmetê dikin.
Serbijîşkê Nexweşxanêyê Mustafa Îkîzek diyar kir ku bi saya vê xebatê nexweşên ku tên bi rihetî qala derdê xwe dikin û wiha dewam kir: "Ji bilî doxtorên ku bi tirkî dizanin yên kurmancî, zazakî û ingilîzî dizanin jî hene. Heta ji destê min tê ez bi welatiyan re bi kurdî diaxivim û derd û kederên wan guhdar dikim. Nexweşên ku têne nexweşxaneya me piraniyê wan kurmanc, zaza û ereb in. Ji ber vê yekê jî nexweşên me yên ku ji gundan tên piraniya wan nikarin derdê xwe bi tirkî bibêjin. Ji ber vê yekê him nexweş û him jî hem bijîşk tengasiyê dikşînin. Lê niha bijîşkên nexweşxaneya me ji bajarên herêmê ne. Piraniya hevalên me zazakî û kurmancî dizanin. Şikayatên nexwaşan bi zimanê wan guhdar dikin û wan dîsa bi zimanê wan agahdar dikin."
Pisporê beşa Kardiyolojiyê Yaşar Akay jî destnîşan kir ku bi nexweşên xwe re zazakî diaxive û derd û gazinên wan bi hêsantir fehm dike.
Welatiya bi navê Zahide Yavuzê jî vê xizmetê nirxand û got: "Ji ber ku tirkiya me baş nîne em nikarin hin caran qala nexweşiya xwe ji bijîşkan re bikin. Niha nexweşxane di serî de em li hemû saziyan bi zimanê xwe xizmetê dibînin. Em ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in."