11 Mijdar 2020•Rojanekirin: 11 Mijdar 2020
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, li herêma Geliyê Ahpanosa navçeya navend a Tunceliyê 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin:
"Di çarçoveya operasyona Yildirim 4ê da, li herêma Geliyê Ahpanosa navçeya navend a Tunceliyê bi destê yekîneyên Komandoya Cendirmeyan û Herekata Taybet a Cendirmeyan (JOH) a ser Fermandariya Cendirmeya Bajêr bi piştgiriya Hêzên Esmanî operesyon hat kirin û di operasyonê da 2 terorîst bi çekên wan va hatin berterefkirin."
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya Tunceliyê hat dayîn jî li herêmê operasyon dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku xebatên dîtin û berterefkirina unsûrên terorîst wê bi biryardarî dewam bikin.