27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 28 Nîsan 2017
TUNCELÎ
Li Tûnceliyê di navbera terorîst û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket û di pevçûnê da yek jê kuştî, yek jê birîndar û 7 jê yên teslimî hezên ewlehiyê bûn, bi tevahî 9 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya walîtiyê îro li herêma Alîbogaziyê dijî rêxistina terorî operasyon hat kirin.
Hat destnîşankirin li Alîbogaziyê di navbera endamên rêxistinê û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket û wiha hat gotin: "Di saet 11.00an da di navbera terorîst û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket. Di pevçûnê da yek jê kuştî, yek jê birîndar û 7 jê yên teslimî hezên ewlehiyê bûn, bi tevahî 9 terorîst hatin berterefkirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin do jî li Qizilmescida Pulumurê di operasyonan da 7 endamên rêxistinê hatibûn berterefkirin.