DIYARBAKIR
Şaredariya Baglara Diyarbakirê ji bo bicihkirina jinên mexdurê şidetê yên ku rewşa aboriya wan nebaş e û daxwaza xebatê dikin bazareke ku bi tenê jin lê dixebitin ava kir.
Jinên ku dixwazin bi serê xwe debara xwe bikin piştî agirkujerî, zabitatî û ajokeriya otobûsan dest avêtin bazarê jî.
Şaredariya Baglarê li bajêr ser eraziyekî vala bazareke sergirtî ava kir. Li bazarê reyonên firotina fêkî, sebze, cil û berg, melzemeyên qirtasiyê, şarkuterî û çerezan cîh kirin û jin li wir îstihdam kirin.
Kordînatora Bazara Jinan ya Şaredariya Baglarê Saniye Varli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got ku xwediyê fikra bazarê Serokê Şaredariyê Yuksel Baran e.
Varliyê diyar kir ku ji bo jin tev hilberînê bibin ev proje hat çêkirin û wiha axivî:
"Jibo bazara taxê me agahdarî da jinan. Di nav sînorê Şaredariya Baglarê de 450 jinên mexdurê şidetê yên ku rewşa aboriya wan nebaş e û daxwaziya xebatê dikin û emrê wan jî navbera 18 û 50 salan de ne serî lê dan. Ji wan kesan 212 kes hatin kifşkirin. Niha jî dixebitin.
Li her reyonê 8 jin dixebitin û tevî hilberînê dibin."