VAN
Li Edremît a navçeya Wanê endamên PKKya rêxistina terorê bi roketavêjê ve êrîşî ser wesayîta bi zirx a polêsan kirin û di bûyerê de 2 polês birîndar bûn.
Li gor agahiyên hat hildan li Taxa Hacibekîrê wesayîta bi zirx a polêsan mudaxaleyî koma ku dixwestin li ser rê barîkat deynin kir. Terorîstan jî bi roketavêjê ve êrîşî polêsan kirin.
Guleya roketavêjê li wesayîta bi zirx ket û 2 polêsên di wesayîtê de birîndar bûn û ji bo tedawiyê ew rakirin Navenda Tipê ya Dursun Odabaşiya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Li herêmê ji bo girtina terorîstan operasyoneke berfireh dest pê kir.