Yılmaz Kazandıoğlu
23 Nîsan 2022•Rojanekirin: 26 Nîsan 2022
Ekîbên cendirmeyan li Wanê banknota milyonek dolarî ya ku Bankeya Navendî ya Amerîkayê bi armanca koleksiyonê çap kiribû, qefaltin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku ekîbên Fermandariya Cendirme ya Navçeya Gurpinarê ya girêdayî Fermandariya Cendirme ya Bajêr di encama xebatên îstixbaratê da texsiyeke tîcarî ya ji Gurpinarê ber bi Edremîtê va diçû, sekinand.
Di kontrolkirinê da bi mişteriyekî ra banknoteke 1 milyon dolarî ya ku bi armanca koleksiyonê ji bo karsazên Amerîkayî tê çapkirin, hat qefaltin.
Banknota hat bidestxistin ji bo heqîqî ye yan sixteye ji Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê ra hat şandin û derket holê ku ew heqîqî ye.
Der heqê bûyerê da ji gumanbaran Z.S. û C.S. hatin binçavkirin.