Necmettin Karaca
10 Hezîran 2021•Rojanekirin: 15 Hezîran 2021
Încî kefaliyên ku di Gola Wanê da dijîn, di heyama danîna xerzê xwe da berevajiyê avê avjeniyê dikin û dema ku tên ber astengî û cihên bilin, xwe çeng dikin û ser astengiyan ra banz didin. Koçberiya masiyan dewam dike.
Li navçeyên Wanê Îpekyolu, Edremît, Tuşba, Gevaş, Muradiye û Erdîşê û ji navçeyên Bidlîsê Xelat, Elcewaz û Tetwanê ku ji golê ra qeraxên wan hene, debara 15 hezar kesan ji masîfiroşiyê tê.
Ji bo ku koka masiyan neqele û li hev zêde bibin, masî her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da koçî avên şirîn dikin ku xerzê xwe daynin. Dema ku masî koçî avên şirîn dikin û astengî dertên pêşiya wan, xwe çeng dikin û adeta difirin û ser astengiyan ra derbas dibin. Di vê heyamê da Walîtî, Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê (YYU) Midûriya Çandinî û Daristanê, Fermandariya Cendirmeya Bajêr, Midûriya Ewlehiya Bajêr û ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê timî kontrolan dikin ku masî bi qaçaxî neyên girtin.
Ziyartvan li dora avên ku dikişin golê divin û koça masiyan a berevajî avê temaşe dikin û wêneyên wan dikişînin.
Meryem Bîlgîna ku wêneyên siruştê dikişîne got ku ew hewl dide ku wêneyên masiyan bikişîne.
Bîlgînê diyar kir ku masî heta ku bigihêjin ava şirîn û xerzê xwe daynin, têkoşîneke pir mezin didin û wiha dewam kir, "Ev der ji bo kesên ku wêneyên siruştê dikişînin, cihekî pir xweş e. Ez cara ewil bûm şahidê koça masiyan. Ev der weke studyoyeke siruştî ye û divê meriv were û van derana bibîne."