19 Adar 2016•Rojanekirin: 19 Adar 2016
VAN
Di operasyona ku hat lidarxistin de cebilxane û gelek çek û bombe hatin qefaltin.
Li Wanê polêsan agahî hilda ku wê çalakî û êrîş bên lidarxistin, li ser ve jî tewdîrên ewlehiyê hildan û di têketin û derketina bajêr de cihên kontrolê ava kirin.
Di vê navberê de wesayîteke ku cihê kontrolê yê li texma ser rêya Wan-Hekarî Gurpinarê ferq kir û reviya hat teqîpkirin. Wesayîtê xwe ji ber hêzên ewlehiyê çep kir û winda bû li ser vê jî ekîbên girêdayî Midûriyeta Ewlehiyê ya Wanê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.
Di çarçoveya operasyonê de li erd û zeviyan lêgerîn hat kirin û di encamê de 5 kaleşnîkof, roketavêjek, 7 muhimatên antîtanqê, 7 muhimatên roketên antî personel, 32 gowekên bombeyên dest, 50 kapsulên bielektrîk, 30 serikên bombeyan, 14 gulyên sewqê yên roketê, 10 şarjorên keleşê yên tijî, 16 şarjorên keleşan, 4 kîlo û 130 gram TNT û 860 gram teqemeniya A4ê, 879 guleyên bîksiyê, 150 guleyên M16yê û 676 guleyên keleşê hatin dîtin.
Ji bo qefaltina gumanbaran jî xebat didomin.