Nevzat Umut Uzel
28 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2024
VAN (AA) - Li Gurpinara navçeya Wanê zarokê ji bo xwe hênik bike ket gola bendavê, xeniqî.
H.Oyê 13 salî yê ku tevî malbata xwe çû pîknîkê, ji bo xwe hênik bike ket gola Bendava Zernekê.
Li ser îxbara kesên dîtin, zarok di avê da wenda bû, ekîbên cendirme, tenduristî û her wiha ekîbên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Binê Avê yên Şaredariya Bajarê Mezin hatin sewqkirin.
Bi xebata xozneberan, cesedê zarok ji avê hat derxistin.
Cinaze her wiha bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Gurpinarê hat veguhestin.