ÎDIR
Di êrîşa bombeyî ya birin ser polêsên karmendên Deriyê Sînor ê Dîlucuyê diparastin de li gor agahiyan 13 polês şehîd bûn û polêsek birîndar bû.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hilda polêsên ku karmendên li Deriyê Sînor ê Dîlucuyê ya di navbera Tirkiye û Herêma Xweser a Nahçivanê ya Azerbeycanê de wezifedar bûn, diparastin rastî êrîşa bombeyî hatin.
Êrîş li texma gundê Hasanhanê qewimî û dema ku polês ji wê derê derbas dibûn teqemeniyên berê di rê de hatibûn bi cih kirin, hatin teqandin û li gor agahiyên ewil di êrîşê de 13 polês cangorî bûn û hin polês jî birîndar in.
Li Îdirê gazî wezîfedarên tenduristiyê yên ku îro nedixebitiyan jî hat kirin. Gelek welatî ji bo xwîn bidin hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Operasyona ku li herêmê piştî êrîşan dest pê kiribû didome û xebatên ji bo tehliyekirina şehîd û birîndaran jî dewam dike.