17 Adar 2019•Rojanekirin: 18 Adar 2019
Li Îdirê di operasyona dijî terorê da 13 şikbarên di nav da rêvebirên HDP û DBPyê jî hene hatin binçavkirin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di Tebaxa 2015an da xebat dan destpêkirin kesên rê li ber operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê ya li Çiyayê Agiriyê digrin bên bigrin.
Piştî xebatan Alîkara Serokê Şaredara Tuzlucayê ya Berê Neşegul Can, Hevseroka Bajêr a DBPyê Şemam Kalkan, endamên meclisa şaredariyê ya HDPyê Mehmet Sadık Aras, Yener Akarslan û Ahmet Karaca, namzedê endamê meclisa şaredariyê ya HDPyê Halîs Guney, endamên meclisa giştî ya bajêr a HDPyê yên berê Kemal Tugran û Mehmet Siddik Kirang, rêvebirê DBPyê Abdulselam Çekîm, rêvebirê navçeya Tuzlucayê ya HDPyê Abdullah Tosun, serokê bajêr ê DBPyê yê berê Kemal Kum, serokê navçeyê yê Tuzlucayê yê DBPyê Alîcan Calayir û endamê HDPyê Nurî Îlkîn ji ber ku li herêma Çiyayê Agiriyê konê "mertalê zindî" ava kiribûn û ji ber sûcê rê li ber operasyonên hêzên ewlehiyê digrin, hatin binçavkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê şikbar birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.
Der barê 3 şikbarên din da jî xebat tên kirin ku ew bên girtin.