Logoya Serokwezîriyê hat tezekirin û li Qesra Çankayayê hat daliqandin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin hildan, logoya teze di rengê zêr da ye û li navê jî alaya tirkan heye. Li kêleka logoyê jî sembolên çanda Anadoluyê yên sereke sitêrkeke 8 koşe heye û li pey hev wek asîmetrîk tên rêzkirin.
Hat destnîşankirin ku di logoyê da sembolên medeniyetên erdnîgariya Anadoluyê, Osmanî û Selçuqiyan hene.