ANKARA
Marmaraya ku weke "projeya sedsalê" tê binavkirin dê di 29ê cotmehê de were vekirin. Proje beriya vebûnê dê bi dirûşmên "2 parzemîn 4 deqe", "Di rojê de milyonek rêwî" û "xeyal, bû rastî" bê nasandin.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê bi dest xist Serokomar Abdûllah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 29ê cotmehê ya salvegeriya Komarê ya 90êmîn de beşdarî merasîma vekirina Marmarayê bibin.
Fîlma 35 saniyeyî ya ku ji bo vebûna Marmarayê hatiye amadekirin dê di 26ê cotmehê de di televizyonan de were weşandin. Dirûşmên "2 parzemîn 4 deqe", "Di rojê de milyonek rêwî" "xeyal, bû rastî" û "Marmaray bi beşdariya Serokomar Abdûllah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dikeve xizmetê" li ser tabelayên rê û piran û têketinên tûnelan dê werin daliqandin. Îlana vebûna Marmarayê dê di 29ê cotmehê de di rojnameyan de jî were weşandin.
Di projeya Marmarayê de 5 rawestgeh hene, 3 rawestgeh di bin erdê de ne 2 rawestgeh jî li ser erdê ne. Îstasyona ewil ya Marmarayê Ayrilikçeşme dê bi metroya Kadikoy-Kartal-Kaynarcayê re entegre bibe. Kazliçeşme jî di projeyê de îstasyona dawîn e.
Di kolanên Marmarayê de ji 35 hezaran zêdetir berhemên dîrokî û 13 keştiyên binavbûyî hatibûn derxistin. Ev alavên dîrokî dê li Arkeoparka Yenîkapiyê û Muzeya Marmarayê bên nîşandin.
Di Marmarayê de armanc ew e ku di rojê de milyonek û 200 hezar rêwî rêwitiyê bikin.
Di Metroya Marmarayê de rêwîtî dê di navbera Gebze û Halkaliyê de 105 deqe, di navbera Bostanci û Bakirkoyê de 37 deqe, di navbera Sogutluçeşme û Yenîkapiyê de 12 deqe û di navbera Uskudar û Sîrkeciyê de jî 4 deqe be.