AGIRÎ
Walî Işin ragihand ku PKK li ser navê kurdîtiyê can, mal, namûs û muqedesatên milet tehdît dike û niha ew bi rêxistineke ku dixwazin kurdan ji holê rakin re rû bi rû mane û wiha pê de çû:
"Li ser navê we, we dikûje. Li navçeyeke me bi şev li deriya dixin û bi hinceta civîn heye jinan ji malên wan derdixin. Mêrên ku li hemberî vê yekê derkevin jî bi mirinê tehdît dikin. Li bajarekî me nêzî 40 keçikan revandin serê çiyê, îxfal kirin û ji wan re gotin hûn nikarin bi vî awayî herin ba malbatên xwe. Wan bi darê zorê li bal xwe digirin. Bi vir û derewam ve wan dixapînin. Dibêjin qaşo dînê Îslamê milet dike xulam û fikr û ramanên marksîst, lenînîst di hişê wan de bi cih dikin. Niha di nav qadroyên PKKya rêxistina terorê de nêzî 6 hezarî zarok cih digirin. Bi tenê di nav 2 mehên dawîn de bi tenê ji herêma me 22 kesên ku emrê wan hê jî nebûye 20 salî teslîm bûne, yan hatine revandin û yan jî di nav êrîşên ku li hemberî hêzên me yên ewlehiyê hatine lidarxistin de cih girtin."
Waliyê Agiriyê Musa Işin bi endamên çapemeniyê yên li bajêr dixebitin re hat bal hev û diyar kir ku di nav kadroyên PKKya rêxistina terorê de nêzî 6 hezarî zarok hene û rêxistin ji ser mirina wan kampanyayên ajîtasyon û reşkirinê birêve dibe.
Der heqê xebat û çalakyên rêxistina PKKê de Işin agahî bi endamên çapemeniyê re parve kir û got: "Li navçeyeka me nîvê şevê tên û dibêjin 'civîn heye' jina ji malan kom dikin û dema ku mêrên wan nexwazin tên tehdîtkirin."
Işin destnîşan kir ku di nav 2 salên dawîn de PKKê 147 çalakî li dar xist di heyama Pêvajoya Çareseriyê de di şûna çekdanînê de şaxên xwe yên bajêr avakirin û li ser planên ku wê li dijî dewletê derbikevin amade kirin û wiha dewam kir: "Di nav du salan de PKKê bi tenê li Agiriyê 147 çalakî li dar xist. Wesaît şewitand, meriv revand, rê birî, xerac ji milet stend, êrîşî esker û polêsên me kir, zirar da mal û wesayîtên dewletê."
- "Milet bi namûsa wan tehdît dikin"
Walî Işin ragihand ku PKK li ser navê kurdîtiyê can, mal, namûs û muqedesatên milet tehdît dike û niha ew bi rêxistineke ku dixwazin kurdan ji holê rakin re rû bi rû mane û wiha pê de çû: "Li ser navê we, we dikûje. Li navçeyeke me bi şev li deriya dixin û bi hinceta civîn heye jinan ji malên wan derdixin. Mêrên ku li hemberî vê yekê derkevin jî bi mirinê tehdît dikin. Li bajarekî me nêzî 40 keçikan revandin serê çiyê, îxfal kirin û ji wan re gotin hûn nikarin bi vî awayî herin ba malbatên xwe. Wan bi darê zorê li bal xwe digirin. Bi vir û derewam ve wan dixapînin. Dibêjin qaşo dînê Îslamê milet dike xulam û fikr û ramanên marksîst, lenînîst di hişê wan de bi cih dikin. Niha di nav qadroyên PKKya rêxistina terorê de nêzî 6 hezarî zarok cih digirin. Bi tenê di nav 2 mehên dawîn de bi tenê ji herêma me 22 kesên ku emrê wan hê jî nebûye 20 salî teslîm bûne, yan hatine revandin û yan jî di nav êrîşên ku li hemberî hêzên me yên ewlehiyê hatine lidarxistin de cih girtin."