Kurkçu pirsên peyamnerê AAyê yên der barê pêşniyariya namzediya serokomariyê ya ji bo Turmen, bersivand. Kurkçu destnîşan kir ku wan wekî partî ji Turmen re teklîfeke fermî nebirin û wiha dewam kir: "Her çiqas bi awayekî fermî nebe jî heke ku Riza Beg xwedî mercên siyasî yên ku bikaribûya ji partiya xwe veqetiya me dixwest ku em wî wekî namzedê serokomariyê bibînin."
Kurkçu diyar kir ku wan ji ber du sedeman xwest ku Turmen wekî namzed bibînin û wiha pê de çû:
"Ya yekê Turmen xwedî rabirdû û muqtesebateke têr û tijî ye û ji ber vê qasê namzediyê heq dike. Ya duduyan û ya girîngtir, ji hêla nêzikahiya xwe ya destûra bingehîn û mafên mirovan ve kesê ku ji Kiliçdaroglu re pêşniyaz kir Turmen bû. Lê Kiliçdaroglu xwe bêfemiyê danî, bi gotina rast ji aliyê siyasî kêrê wî nehat. Ji ber vê qasê êdî merc nema ku Turmen wekî namzed bê nîşandan."
Piştî ku hat bibîrxistin navê Selahatîn Demîrtaş jî ji bo namzediyê tê gotin, Kurkçu wiha got: "Selahatîn Demîrtaşê dawiya hefteyê dê bibe hevserokê nû yê partiyê."
Kurkçu ji bo pirsa, "Hûn ê kîngê namzedê xwe diyar bikin" wiha got: "Çêtir e ku em piştî kongreyê namzedê xwe kifş bikin. Piştî ku CHPyê namzedekî ku ne ji wan e dît, di nava tevgerên çep, demokrat, parêzvanên mafên mirovan û kesên ku di pirsa kurd de hemwelatiya wekhev wekî rêgez qebûldikin de pirsgirêkê xwe da der. Em dibêjin, gelo em ê bikaribin van pirsgirêkan hel bikin, em li vê dinêrin."
Dîsa ji Kurkçu hat pirsîn ku "Gelo şansê Ekmeledîn Îhsanoglu heye an na?" Kurkçu wiha bersiv da: "Wê ji zêdetirê tevahiya dengên CHP û MHPyê deng bistîne."