ÎSTANBÛL
Nivîskarê navdar Yaşar Kemalê ku ji 14ê çileya paşîn vir ve li unîteya nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Stenbolê ya Zanîngeha Stenbolê (ZS) dihat tedawîkirin mir.
Yaşar Kemal ji ber enfeksiyona pişikê û aciziya qelb di 14yê çileya paşîn de rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Stenbolê ya Zanîngeha Stenbolê û li unîteya nexweşiyên giran dihat tedawîkirin.