17 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê polêsan xwest ku daîreya avahiya dihat texmînkirin jê gule berî hêzên ewlehiyê dane kontrol bikin lê Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu bertek nîşanî polêsan da. Polêsan belgeya destûra kontrolkirinê ya ku ji dozgeriyê hildabûn nîşanî Encû dan û Encu ji wan re got: "Li vî welatê hanê, pitik, zarok û meriv kuştin ji bo we qanûniye, tiştekî din nîne." li ser vê hevokê polêsan jî got: "Yê ku gule berî pitika dide ne emin, rêxistina terorê ye."
Operasyona hêzên ewlehiyê ya ku li Silopiya navçeya Şirnexê dijî endamên rêxistina terorê ya cudaxwaz tê kirin didome.
Di operasyona ku TSK û polês bi hev du re dimeşînin de li devereka li Taxa Nûhê gule berî hêzên ewlehiyê dan. Hêzên ewlehiyê jî ji bo ku avahiyeke li wê derê ye û di daîreyeka ku gelek kes lê dimînin kontrol bikin ji dozgeriyê destûr xwestin. Piştî destûr hat dayîn hêzên ewlehiyê çûn mala ku li ser Salih Acar xuya dike kontrol bikin û Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu deriyê malê li polêsan vekir û bertek nîşan da.
Encu ji polêsan ku desûra kontrolkirinê xwest ku bila nasnameyên xwe nîşan bidin û got ku heta dozger û parêzer neyên ew nahêlin daîre bê kontrolkirin.
Polêsan jî got ku ew dixwazin bi xwediyê malê re xeberbidin û Encu ji polêsan xwest ku bila maskeyên xwe derbixin. Nîqaşa di navbera Encu û polêsan de bi qasî demekê dewam kir û polês paşê ketin hundir û xanî kotrol kirin.
Di lêgerînê de fişekeke vala, kêr û mûşteyek hat dîtin.