22 Nîsan 2016•Rojanekirin: 23 Nîsan 2016
GAZİANTEP
Di operasyonên ku li Niziba navçeya Gazîentabê û Şanliurfayê hatin kirin da 9 kesên ku di nav wan da Yasîn Aslanê pismamê Abdullah Ocalanê sergerdeyê PKKya rêxistina terorê û Hevseroka Nizibê ya DBPê Songul Taydaş jî hene sewqî dadgehê kirin û dadgehê der heqê wan da biryara girtinê da.
Şikbarên ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Nizibê rêvadibe da hatibûn binçavkirin li Edliyeya Nizibê piştî îfadehildana dozgeriyê bi daxwaza derdestkirinê sewqî dadgeha nobedar kirin.
9 kesên ku bi biryara dadgehê hatin girtin piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Nizibê birin girtîgehê.
Midûriyeta Ewlekariya Nizibê di 19ê nîsanê da li Şanliurfa û Nizibê operasyon biribûn ser kesên ku tevlî çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê bûne û 9 kes binçav kiribûn. Hêzên ewlekariyê li navnîşanên şikbaran geriyan û di lêgerînê da tivingeke nêçîrê, 30 fîşengên wê, 66 fîşengên debançeyê, 750 kok kirkirk, amûrên dijîtal, amûrên ku pê teqemenî tên çêkirin, pirtûkên Fetullah Gulenê sergerdeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY), pirtûkên ku propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê dikin û ewraqên rêxistinê girtin.