Di çarçoveya operasyona "guhdarkirina dereqanûnî" ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li 16 bajêran dabû dest pê kirin de, ji bo 34 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat ragihandin ku ji bersûcan 2 kes di girtîgehê de ne û 25 kes jî hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda di nav de Enqere, Ruha, Wan, Qers, Îdir, Baybûrt, Erzirom, Tokat, Eskîşehir û Tekirdag jî li 16 bajêran operasyona hevdemî, hat lidarxistin.
Operasyon bi telîmata Dozgerê Komarê yê Enqerê, bi hinceta guhdarkirina dereqanûnî yên di navbera 2007 û 2011an hatin kirin de hat lidarxistin.
Di çarçoveya operasyonê de, ji bo 34 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat ragihandin ku ji bersûcan 2 kes di girtîgehê de ne û 25 kes jî hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku ji bersûcan 17 kes midûrên ewlehiyê ne û jê 3 kes jî polês in.