Ji ber îdiayên bêûsiliyê yên di Ezmûna Hilbijartina Personelê Qamûyê (KPSS) de tevî Enqereyê li 14 bajaran operasyon hat lidarxistin. Hat zanîn ji bo 82 kesan biryara binçavkirinê heye û ji van kesan jê 63 hatin desteserkirin.
Tîmên Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Sûcên Aborî û Organîze ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê der heqê îdiayên bêûsiliyê yên di KPSSya 2010an de tevî Enqereyê li 14 bajaran operasyon li dar xistin.
Hat ragihandin bi emrê Cîgirtiya Serdozgerê Komarê yê Enqereyê ve ji bo 82 kesan ji ber îdiayên ku di KPSSya 2010an de bêûsilî kirin, dizîkave pirs belavkirin û qopye kişandin, biryara binçavkirinê derxist û ji van kesan jê 61 hatin binçavkirin.
Ji aliyê din, hat destnîşankirin ku di operasyona li Bûrsayê ya ku ji ber heman îdiayan pêk hat de 2 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn piştî jêpirsîna wan a li Midûriyeta Ewlehiyê dê van herdu kesan bişînin Enqereyê.