20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
ŞANLIURFA
Li navçeya Wêranşarê ji 17 kesên ku di operasyona ser şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê de hatibûn binçavkirin, 5 kes hatin girtin.
Ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr operasyon kirin û 17 kes binçavkirin. Piştî ku kontrola tenduristiya van 17 kesan kirin ew sewqî dadgehê kirin.
Ji bersûcên ku derxistin dadgehê 5 kes ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" hatin giritn, 12 kesên din jî bi şertê kontrola edlî ji bo ku bi awayekî negirtî bên darizandin serbest hatin berdan.
Li Wêranşarê di 15ê îlonê de operasyon biribûn ser şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê û di operasyonê de 17 kes hatibûn binçavkirin.