ANKARA
Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) ji bo xwendekarên ku dê di 2014an de, di zanîngehan de bên bicihkirin, Rêbera Bernameyên Hîndekariya Bilind û Kontejanan weşand.
Rêber li ser navnîşana http://www.osym.gov.tr ya malpera OSYMyê hat weşandin. Li gor rêberê dê tercîhkirin di 7ê tîrmehê de dest pê bike û heta 17 tîrmehê dewam bike. Herwiha dê rêber neyên firotin.
Namzed dê tercihên xwe li gor rêzikên rêberê, li ser navnîşana https://ais.osym.gov.tr xwe bi xwe bikin.
OSYM dê serdanên ku bi rêya postayê an jî bi destan bên kirin qebûl neke. Tenê dê serdanên li ser tora elektronîk bên kirin binirxîne. 17 tîrmehê di saet 23.59an de dê serîlêdan bi dawî bibin. Herwiha dê maweya serîlêdanê jî neyê dirêjkirin.