Ji AK Partiyê jê du jin 10 parlamenter bûn namzetên şaredariyê. Parlementera Gazîantepê Fatma Şahîn ji Gazîantepê, ya Tekîrdagê Ozlem Yemîşçî jî ji Çorlûyê bû namzet.
Ji AK Partiyê namzetê Antalyayê bû Menderes Turel, yê Balıkesîrê bû Ahmet Edîp Ugur, yê Çanakkaleyê bû Mehmet Daniş, yê Diyarbekîrê bû Galîp Ensarîoglu, yê Hatayê bû Sadullah Ergîn, yê Îzmîrê bû Binali Yıldırım, yê Manîsayê bû Huseyin Tanrıverdî û yê Orduyê jî bû Enver Yılmaz.
Aliyê CHP jî Volkan Canalîoglu bû namzetê Trabzonê, yê Manîsayê bû Ozgur Ozel, yê Bartinê bû Rıza Yalçinkaya û yê navçeya Odûnpazariyê jî bû parlementerê Eskişehîrê Kazim Kûrt.
Aliyê MHP jî Parlementerê Kutahyayê Alîm Işik, Parlementerê Mûglayê Mehmet Erdogan û Parlamenterê Aydinê Ali Uzunirmak bûn namzet.
Di BDPê de jî Parlementera Sêrtê Gûltan Kişanak ji bo Diyarbekîrê, Parlementerê Mûşê Sirri Sakik jî ji bo Agiriyê bû namzet. Parlementerê Serbixwe yê Mardînê Ahmet Turk jî bû namzetê Mardînê.
Parlementerê HDPê yê Îstanbûlê Sirri Sureyya Onder jî bû namzetê Şaredariya Mezin a Îstanbûlê.
Li gor qanûnê parlementer ne mecbûr in ku ji bo namzetiya şaredariyê, ji wezîfeya xwe istifa bikin.