Utku Şimşek
17 Tebax 2024•Rojanekirin: 18 Tebax 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Me ew yek ji hişê xwe dernexist ku Tirkiye welatekî di bin tehdîda erdhejê da ye. Bi projeyên veguhezîna bajarî va, me 3,3 milyon xanî ava kirin."
Serokomar Erdogan di peyama xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da ji bo qurbaniyên Erdheja 17ê Tebaxa 1999an rehma Xwedî xwest û sersaxî li xizm û kesûkarên wan kir.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da wiha got:
"Me ew yek ji hişê xwe dernexist ku Tirkiye welatekî di bin tehdîda erdhejê da ye. Bi projeyên veguhezîna bajarî va, me 3,3 milyon xanî ava kirin. Piştî erdhejên 6ê sibatê, me dest bi avakirina 300 hezar xanî kir, me 76 hezar jê teslîm kirin. Em plan dikin heta dawiya salê, 200 hezarê din jî teslîm bikin. Piştî erdhejên 6ê sibatê, me dest bi avakirina 300 hezar xanî kir, me 76 hezar jê teslîm kirin. Em plan dikin heta dawiya salê, 200 hezarê din jî teslîm bikin. Em bi berdewamî projeyên nû pêş dixin û welatiyên xwe yên ku di avahiyên xeternak da dijîn teşwîq dikin ku avahiyên xwe nû bikin. Heta ku em hemû bajarên xwe ji her cure felaketan ra amade bikin em ê bi biryardarî xebatên xwe bidomînin."