19 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku Sekreteriya wê Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talabanî dike û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Serokatiya wê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî dike di sala 2007an de li ser îttifaqa stratejîk li hev kiribûn.
YNKyê daxuyand ku ev îttifaq êdî qediya ye û wiha dewam kir: "Êdî îttifaqa stratejîk ya di navbera PDK û YNKyê de qediya. Ji bo ku herdu partiyên siyasî car din bi hev re tevbigerin, divê car din bên li cem hev û biaxivin. Ji ber ku li herêmê qeyraneke siyasî û aboriyê çêbû ev biryar hat dayîn. Di hevdîtina PDKyê de çend pêşniyar hatin kirin. Hat gotin ku divê qeyrana siyasî û aboriyê ya li Kurdistanê bê çareserkirin, ji bo ku li hember rêxistina terorê DAEŞê tekoşîneke baş bê dayîn, divê hêza hikûmet û desthilatiyê bê parvekirin."
Daxuyaniya YNKyê wiha dewam kir: "Em peşniyaz dikin ku piştî hilbijartineke demokratîk û medenî partiya ku herî zêde ray hildaye bila serokatiyê, partiya ku bûye duyemîn bila serokwezîrtiyê û partiya sêyemîn jî bila serokatiya parlamentoyê bi dest bixe. Partiya ku bûye çaremîn jî bila alîkariya serokê parlamentoyê hilde. Ji bo ku kêmnetewe û kesên xwedî dinên cuda ne û hejmara wan kêm e re jî neheqî neyê kirin û ew jî di siyasetê de cih bigrin divê rewşa wan car din bê axaftin."
PDK û YNKyê di sala 2007an de ji bo ku hikûmetê û tiştên îdarî bi hev re rê va bibin peymanek çêkiribûn. Ev peyman demeke dirêj di rewacê de ma. Lê ji ber ku Noşîrvan Mistefa ji YNKyê qetiya û Tevgera Goranê ava kir, hêza YNKyê kêm bû û di hilbijartinan de YNK bû sêyemîn. Li herêmê ji ber ku hêza siyasî guherî gelek caran hat îdiakirin ku jixwe qîmeta vê peymanê nemaye.