Fırat Taşdemir
05 Mijdar 2025•Rojanekirin: 06 Mijdar 2025
Pişkavêtina ji bo Hecê ya îsal a ku milyonek û 799 hezar û 835 kesên ku qeydên xwe nû kirine û yên ku qeydên xwe yên pêş çêkirine beşdar bûn, hat lidarxistin. Heciyên namzed wê bi rêya e-Devletê ji saet 20:00an pê va bikaribin encaman fêr bibin.
Bernameya pişkavêtinê li Salona Konferansê ya Serokatiya Karên Diyanetê bi komputerê û li pêş noteran çêbû.
Ji bilî wezîfedaran, heciyên namzed û eqrebayên wan beşdarî pişkavêtinê bûn.
Serokê Karên Diyanetê Safî Arpaguş di merasima pişkavêtinê da axivî û got encamên wê bila li ser xêrê bin.
Arpaguş bi bîr xist ku îbadeta hecê yek ji şertên bingehîn ên Îslamê ye û wiha got: "Pêxemberê me ji me ra gotiye ku îbadeta hecê yek ji pênc şertên bingehîn ên dînê me yê pîroz ê Îslamê ye. Wî di heyama hecê da bi xwe hec kiriye û fêrî Misilmanan kiriye ku ewê çawa hecê xwe bikin."
Arpaguş wiha dewam kir: "Îsal, hejmara ku Erebistana Siûdî ji bo welatê me veqetandiye 84 hezar û 942 ye."