ANKARA
Pêşniyaza qanûnî ya ku di Lijneya Bilind a Dozger û Dadgehan (LBDD) de dê hin guherînan bike, di hevcivîna giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin
Li gor vê qanûnê dadger û dozgerên ku ji hundir û yan jî derveyê welêt bûrsê werdigrin dê ji bo pîşeya xwe staj û lêkolînan bikin, biçin qûrsan, perwerdehiya xwe bidomînin û bixwînin.
Hin rayeyên LBDDyê de ji dest hat sitendin û dewrî Akademiya Dadê ya Tirkiyeyê (ADT) hat kirin. Ji îro pê ve perwerdehiya dadger û dozgeran dê bi destê ADTyê bê dayîn.
Di Akademiya Dadê ya Tirkiyeyê de jî hin guherîn çêbûn. Di akademiyê de wezîfeya Sekreterê Giştî hat rakirin, di şûna wî de êdî Serokê Akademiyê û sê alîkarên wî dê hebin.