12 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
TUNCELÎ
Mahîr Gundogduyê ku li Çemîşgezeka navçeya Tunceliyê dijî, her hemû 120 pirsên ezmuna ji Perwerdeya Bingehîn Derbasbûna Perwerdeya Navîn (TEOG) rast bersivand û di nav yekemînên Tirkiyeyê da cî girt. Gundogdu got ku sedema serkeftina wî xwendina pirtûkan e.
Gundogduyê ku li Dibistana Navîn a Payamduzuyê de xwendekar e, piştî dibistanê carînan diçe li ber heywanan û alîkariya malbata xwe dike.
Gundogdu ji nûçegihanê AAyê re got ku rêya serkeftinê ji xwendinê û xebatê derbas dibe û wiha axivî: "Bi rastî bersivandina 120 pirsan ne zor e. Heke hevalên min hinekê hişê xwe bidin ser dersan û zêde zêde pirtûkan bixwînin ew jî dikarin. Yanê li gor min wiha ye. Keda malbata min û mamosteyên min di vê serkeftinê de pir mezin e. Lewra piştî dersan wek dê û bavên me bi me re eleqedar dibûn. Bila hevalên min zêde pirtûkan bixwînin. Pirtûk ne karê ku mirov dema xwe de vala be bixwîne ye. Divê demê ji bo xwendina pirtûkan veqetînin. Bi ya min heke wisa tevbigerin ew jî dikarin 120 pirsan bibersivînin."
- "Ez dixwazim bibim bijîşk"
Mahîr Gundogdu got ku ew heywanan pir hez dike û wiha dewam kir: "Ez dixwazim bibim bijîşk. Înşallah ev xeyala min wê pêk were. Ez alîkariya malbata xwe jî dikim. Piştî dibistanê û di betlaneya havînê de ez alîkariya wan dikim. Mesela niha ez li zozanan im. Em heywandariyê dikin û wiha debara xwe dikin. Karê me ev e."
- "Ez pê serbilind im"
Bavê wî Guzel Gundogdu jî diyar kir ku digel her cure zehmetî û dijwariyê ewê zarokên xwe bide ber xwendinê û ew bi kurê xwe serbilind e.
Guzel Gundogdu destnîşan kir ku du zarokên wî hene û ew wê rojê xeyal dike ku zarokên wî mezin bin, bixwînin û li ser piyên xwe bimînin û wiha pê da çû:
"Ez bi kurê xwe serbilind im. Ez bextewar im. Ji ber ku em heywandariyê dikin, karê me dijwar e. Zarokên me jî van şert û mercan li ber çavên xwe dibînin. Di nava van şertan da em zarokên xwe didin ber xwendinê û kurê me jî ev serkeftin bi dest xist û em pê serbilind kirin. Em li ser navê bajarê xwe Dêrsimê jî serbilind in."
- "Dema ku diçe ber pez kitêban jî bi xwe ra bibe"
Dayîka wî Turkan Gundogduyê jî bal kişand ku Mahîr gelekî alîkariya wê jî dike û ew jî bi kurê xwe serbilind e.
Gundogduyê got ji ber ku kurê wê zîrek e, ew bextewar e û wiha dewam kir, "Ez hestiyar bûm, kelecanekê bi min girt û pir dilşad im. Ez serbilind im ku kurê min ev cure serkeftin bi dest xist. Mahîr pez diçêrîne, didoşe, anku alîkariya me dike. Kitêban qet ji xwe dûr naxe. Dema ku diçe ber pez kitêban jî bi xwe ra bibe."