Ahmet Kaya di salvegera mirina xwe de hate bibîranîn. Li Fransayê qelbê Kaya sekinîbû û ew miribû.
Li Goristana Pere Lachaiseyê merasim hat lidarxistin. Di merasimê de pêşiyê deqeyekê rêz hat girtin û pişt re stranên Kaya hatin gotin.
Gultan Kayaya jina Ahmet Kaya li ser gora mêrê xwe axivî û got ku ew ji bo hatina ziyaretvanan kêfxeş bû û hatina we hêz da me.
Kayayê wiha dewam kir:
"Ez ji ber hatina we ya her sal bi hêz dibim. 14 salên me qediya. Ji bo min pir zor e. Ji ber ku gor li vê derê ye em diçin û tên û hatin û çûyîna me zihmet e. Der barê mijarên ku Ahmet ji ber wan sirgun bû de pêşveçûn tuneye. Ev rewşeke xemgîn e. Mixabin di sedsala nû de dîsa di qedera kurdan de guherîneke pir mezin tuneye."