Zeynep Yeşildal
31 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 01 Mijdar 2024
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozerê di çarçoveya lêpirsîna ku ji ber sûcê "endambûna PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar" da hat binçavkirin, hat tewqûfkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo tesbîtkirina mensûb û fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê dimeşîne da Ozer hat binçavkirin û li dadgeriyê kar û barên wî kuta bû.
Piştî hildana îfadeyê, dadgeriya cezayê sulhê ya nobedar ji ber sûcê "endambûna PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar" biryara tewqûfkirina Ozer da.
Di çarçoveya lêpirsînê da hatibû tesbîtkirin ku piştî tevdîra guhdarîkirina ragihandinê, qeydên axaftina Ozer hatin bidestxistin. Her wiha zebtên şopandina fîzîkî, qeydên hesabê wî yên bankeyê û bi rêvebirên rêxistinê ra timî danîna wî ya têkiliyê, kirina sûcê ku îsnadî wî dikin tesbît dike. Li ser daxwaza Serdozgeriyê, Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Stenbolê ji bo Ozer biryara lêgerînê derxistibû.
Gumanbar Ozer duh serê sibê hatibû binçavkirin û di mal, kargeh û wesayîta wî da lêgerîn hatibû kirin.