06 Sibat 2020•Rojanekirin: 07 Sibat 2020
Cinazeyên 11 personelên cendirmeyê, 9 gundparêz û 2 personelên agirkujiyê ku li Bahçesaraya Wanê di şepeyê da şehîd ketin û herwiha eskerê ku li Hekariyê di qezayê da şehîd ket , bi merasimê bo memleketê wan hatin şandin.
Piştî otopsiya li Dezgeha Tiba Edlî ya Wanê, cinazeyê şehîdan ên bi alaya Tirk pêçayî ku anîn Fermandariya Fîloya Cendirmeya Wanê danîn ser katafalkê.
Piştî rawestana rêzgirtinê, kurtejiyanên şehîdan hat xwedin û dû ra Midûrê Parêzgehê Omer Keskin dia kir.

Piştî merasimê cinazeyên şehîdên karesata şepeyê yên binefserê cendirme Fatih Karagoz (Kocaeli), çawişên pispor Ozen Çam (Artvin), Ramazan Suslu (Aksaray), Ufuk Deniz (Kastamonu), Ozgur Işik (Duzce), Muammer Keskin (Aydin), Oguzhan Ulaş Avci (Kars), Mesut Deniz (Kahramanmaraş), onbaşiyên pispor Osman Karaca (Tokat), Cihat Erat (Erzurum), Tarkan Karaca (Eskişehir) û herwiha eskerê bipeyman ê piyade Ozgur Çelik ku li Çukurcaya Hekariyê di qezayê da şehîd bû, li ser milê yekîneya merasimê ji bo balafira eskerî hat veguhestin ku bo memleketê xwe bên oxirkirin.
Cinazeyên personelên agirkujiyê Emrullah Ersari, Fevzi Sevinç û herwiha gundparêzên şehîd Mehmet Esen, Nesim Yavuz, Nimetullah Mantaş, Abdulselam Mantaş, Bayram Bulcar, Hekim Kazgan, Metin Mantaş, Nimet Inçamur, Tahsin Karan jî dê li navenda parêzgehê û navçeya Çatakê bên definkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyê Orgeneral Arif Çetin, Waliyê Wanê û Wekîlê Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Emin Bilmez, Alîkara Serokê Giştî yê AK Pariyê Fatma Betul Sayan Kaya, Serokê Giştî yê AFADê Dr. Mehmet Gulluoglu, Fermandarê Şaxartêşa Wanê Tumgeneral Hacı Îlbaş, Şaredarê Agiriyê Savci Sayan, Parlamenterên Wanê yên AK Partiyê Osman Nuri Gulaçar, Îrfan Kartal, Abdulahat Arvas, hin parlamenterên CHPyî, eqrebayên şehîdan, hevalên wan ên çekê, peywirdarên tenduristiyê û erkanê eskerî beşdarî merasimê bûn.
Wezîr Soylu û Koca di merasimê da di ber dilê malbatên şehîdan da hatin.
