ANKARA
HDPye der barê hevdîtina Îmraliyê de daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: "Ocalan destnîşan kir ku heke herdu alî li gor xusûsiyetên ku hatine eşkerekirin rast, cidî û bibiryar pêvajoyê bidomînin, herî zêde di nav 4-5 mehan de çareseriyeke demokratîk a ku wê paşeroja Rojhilata Navîn tayîn bike, çêbibe. Ocalan hişyarî da û got ku heke ev cidiyet û biryarî neyê nîşandan, wê kaoseke herêmî zêdetir bibe û derbekar wê bi ser kevin."
Di daxuyaniya HDPê de hat gotin ku duh li Girava Îmraliyê civîneke ku 4 saetan dewam kir hat kirin û hat bibîrxistin ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Hatîp Dîcle jî daxilî heyetê bû.
Di daxuyaniyê de "di hevdîtinê de merhaleya pêvajoya çareseriyê, helwest û polîtîkaya niha ya hikûmeta AKPê, xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurdan, Kobanê û Rojava di serî de geşedanên Rojhilata Navîn û mijarên din ên îroyîn bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin û nirxandin" hat gotin.
Li gor daxuyaniyê Ocalan demeke dirêj e ku li ser Pêşnûmaya Pêvajoya Mizakereyê ya Aştî û Demokratîk dixebite, pêşnûma gihandiye astekê û bi heyeta dewletê re bi awayekî hûr û kûr li ser pêşnûmayê nîqaş kiriye. Her wiha Ocalan wiha got: "Vê gavê ji bo mizakereyê çarçoveyek çêbû û me di vê mijarê de li hev kir."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêşnûmaya mizakereyê bi heyetê re jî hat parvekirin û pêşnûma wê di demeke kin de ji bo agahî, pêşniyaz û piştgiriyê bi gelan re jî bê parvekirin û wiha hat gotin:
"Heyeta me 'Pêşniyazên Çareseriyê', 'Sernavên Mizakereyê' û 'Plana Xebatên Pêvajoyê' ku di pêşnûmaya parvekirî de ye, wê bi hemû alîgir û peyrevên alîgiran re nîqaş bike, binirxîne û encaman di demeke kurt de bigihîne Birêz Ocalan. Ocalan bi awayekî zelal, israrî û biryardarî got ku piştî vî qasî ji bo çareseriya demokratîk çêkirina zagona pêbaweriyê elzem e û heta ev pêbawerî çênebin, ne pêkan e ku ew bigihîjin hedefên aştiya nihaî û demokrasiyê."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew li ser pêvajoya Xabûr û geşedanên piştî pêvajoyê jî sekinîn û hat gotin ku Ocalan wiha got: "Min beriya ku zagon bên derxistin banga vegerê kiribû, lê di vê bangê de hin şaşti çêbû û min ji bo vê yekê jî xwe rexne kir." Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di vê çarçoveyê de wî her çiqas israr û hişyarî da jî, dewlet û hikûmetê di hemû pêvajoyan de verastkirinên zagonî yên ku hewce dikirin, çênekir. Ji ber vê çendê wî bangî dewlet û hikûmetê kir ku ew jî xwe rexne bikin û wî ew dewet kirin ku di pêvajoya piştî vî qasî de bi taybetî di mijara çêkirina zagonê de çi bikeve li ser milên wan ku ew bikin.
Ocalan destnîşan kir ku heke herdu alî li gor xusûsiyetên ku hatine eşkerekirin rast, cidî û bibiryar pêvajoyê bidomînin, herî zêde di nav 4-5 mehan de çareseriyeke demokratîk a ku wê paşeroja Rojhilata Navîn tayîn bike, çêbibe. Ocalan hişyarî da û got ku heke ev cidiyet û biryarî neyê nîşandan, wê kaoseke herêmî zêdetir bibe û derbekar wê bi ser kevin."
Ocalan bal kişand ku heke hemû valahiyên zagonî bên dagirtin û pişt re derbasî muzakereyan bibin, divê herdu alî "agirbesteke tehkîmkirî" çêbikin û "lijneyeke çavdêr" ku vê agirbestê kontrol bike bê çêkirin û wiha got: "Bes wê demê pergala qamûyê ku di pêvajoyê de wek xaleke xerabker e, wê çêbibe."