Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Hadî Salîhoglu navê 31 gumanbarên ku der heqê wan de biryara binçavkirin û girtinê hatiye dayîn eşkere kir û ragihand, piştî ku Midûrê Weşana Giştî ya Rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli teslîm nebû, bi usûleke minasib hat binçavkirin.
Serdozger Salîhoglu daxuyaniya nivîskî da û got ku der barê 31 gumanbaran de biryara binçavkirinê hat dayîn û wiha got: "Hin mensûbên medyayê û wezîfedarên emniyetê delîlên sexte çêkirine û der barê rêxistina Tahşiyeyê qaşa rêxistineke sucêye de lêpirsîn kirine. Piştî ku ev hat tesbîtkirin, lêpirsînekê dest pê kir."
Di daxuyaniyê de navê 31 gumanbaran hat dayîn û wiha hat gotin:
"Kesên ku ev jêpirsîn kirine û yên ku weşana vê kirine, Hîdayet Karaca, Ekrem Dumanli, Fahrî Sarrafoglu, Huseyîn Gulerce, Ahmet Şahîn, Nuh Gonultaş, Nacî Çelîk Berksoy, Alî Samîm Noyan, Alî Kara, Elîf Yilmaz, Radiye Şen Vardar, Hîkmet Tombulca, Salîh Asan, Makbule Çam, Engîn Koç, Tufan Erguder, Mutlu Ekîzoglu, Ertan Erçikti, Mustafa Kiliçarslan, Ferdî Taşkaya, Ayhan Akça, Mehmet Alî Dogan, Alî Cîhan, Mustafa Uyanik, Halît Akbulut, Çetîn Ozturk, Rifat Arslan, Erdem Kisa, Mustafa Altunbulak, Yakup Ergun û Recep Guleç in. Ev kes bi telîmata me ve di 13ê çileya pêşîn a 2014an de 'bi sûcên avakirina terorê ya çekdar û rêvebirina rêxistinê, endambûna rêxistinê û di çarçoveya rêxistinê de sextekarî û îftirayê ve' biryar hatiye dayîn ku bên binçavkirin."
Li gor daxuyaniyê der barê binçavkirina Midûrê Weşana Giştî ya Rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli de wiha hat gotin: "Her çend biryara girtin û binçavkirinê ji gumanbar Ekrem Dumanli re hatibe şandin jî, ew teslîm nebû û li ser vê yekê polês ketin avahiya Rojnameya Zamanê û şexs li gor usûlê hat binçavkirin."