Ji Serokatiya Sererkaniyê hat ragihandin ku arîkariya welatiyên ku di dema tehliyekirina 4 leşkerên ku di pevçûna bi terorîstan re ya Agiriyê de birîndar bûn de, hatin herêmê hêjayê pîrozkirinê ye.
Ji ser malpera fermî ya Serokatiya Sererkaniyê daxuyaniyek hat dayîn û hat bibîrxistin ku li herêma gundê Tuteka Jor 11ê nîsanê roja şemiyê bi endamên rêxistina terorê re pevçûn derket.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di dema tehliyekirina 4 personelên me yên ku di pevçûna bi terorîstan re de birîndar bûn de, arîkariya welatiyên me yên ku hatin herêmê hêjayê pîrozkirinê ye. Vê arîkariyê nîşan da ku hezkirin û têkiliya welatiyên me ya ji bo leşkerên tirkan çiqas mezin e û ji aliyê yekîtî û bihevrebûna gelê me ve jî mînakeke baş e. Em spasiya welatiyên xwe dikin û ji bo wan rojên tenduristî û xweş dixwazin."