Elif Irmak
23 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan biryarên Şêwra Bilind a Eskerî (YAŞ) pesend kir.
Serokomar Erdogan piştî civîna şêwrê ya ku bi serokatiya wî hat kirin biryarên hatin hildan îmze kir.
Ji ser hesabê Çapemeniya Dijîtal a Erdogan wêneyê dema ku Erdogan biryarên YAŞê îmze dikir hat parvekirin.
Dema Erdogan biryarên Şêwrê yên ku Serokê Personelan Korgeneral Selçuk Bayraktaroglu teqdîm kir îmze kirin Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û Midûrê Qelema Taybet ê Serokomariyê Hasan Dogan jî li balê amade bûn.