Mustafa Hatipoğlu
12 Hezîran 2023•Rojanekirin: 12 Hezîran 2023
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku wekî serokomar hat hilbijartin cara ewil wê Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) ziyaret bike û ji bo vê ziyaretê çû KKTCyê.
Serokomar Erdogan bi balafira "TUR"ê di saet 11.40î da ji Balafirgeha Ataturkê bi rê ket ku biçe KKTCyê.
Erdogan li apronê silav da qiteya merasimê ya eskerî. Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Waliyê Stenbolê Davut Gul, Serokê Bajarê Stenbolê yê AK Partiyê Osman Nurî Kabaktepe û rayedarên din Erdogan bi rê kir.
Serokomar Erdogan wê di ziyareta xwe ya KKTCyê da seba têkiliyên dualî ser gavên ku wê werin avêtin bisekine, her wiha geşedanên li Giravê wê ji aliyê herêmî û kurewî va binirxîne.