Barış Kılıç
06 Mijdar 2022•Rojanekirin: 08 Mijdar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sersaxî da malbatên Çawîşê Pispor ê Peyade Halîl Yildiz û Erê Bipeyman ê Peyade Firat Guner.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Erdogan ji malbata şehîd Yildiz û şehîd Guner ra peyama serxweşiyê şand.
Li herêma Pençe-Şîmşekê teqemeniya destçêkirî ya ku mensûbên rêxistina terorê wekî defik danîbûn teqiya, Yildiz û Guner tê da şehîd ketin.
-Ji Alîkarê Serokomar Oktay bo eskerên şehîd peyama serxweşiyê
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ji bo Çawişê Pispor ê Piyade Halil Yildiz û Eskerê Bipeyman ê Piyade Firat Guner ên li herêma Operasyona Pençe-Şîmşekê şehîd bûn, peyama serxweşiyê weşand.
Oktay di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir da wiha got, "Xwedê rehma xwe li eskerên me yên qehreman Halil Yildiz û Firat Guner ên li herêma Operasyona Pençe-Şîmşekê şehîd bûn bike û sebrê bide malbatên wan ên bikeder. Serê gelê me yê ezîz sax bibe."