07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Konferansa Terefan a 21emîn (COP21) ya Peymana Çarçoveya Guherîna Demselan a Neteweyên Yekbûyî (BMÎDÇS) wê di 30yê mijdarê da here Fransayê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan wê konferans di 30yê Mijdara 2015an da li Parîsa paytextê Fransayê were çêkirin.
Di çarçoveya konferansê da dibe ku Serokomar Erdogan beşdarî vekirina konferansê bibe û biaxive.
Wek mayîn lijneyeke ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî wê tevî civîna "Hevkariya Berfireh" a ku di çarçoveya konferansê da di 7-8ê kanûnê da were çêkirin, bibe.