Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo ku der barê êrîşa li Sirûcê de agahiyan hilde û here ziyareta birîndaran, bi balafira taybet "ANA"yê ve di saet 09.35an de çû Rihayê.
Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar û rayedarên din li Balafirgeha Esenbogayê Serokwezîr Davutoglu rê kirin.
Jina wî Sare Davutoglu, Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Vecdî Gonul û hin parlementerên din jî bi Davutoglu re çûn Rihayê.
Davutoglu piştî ziyareta Rihayê wê here Adiyamanê û li wir beşdarî merasima definkirina serdesteyê pispor Musellîm Unalê ku duh cangorî bûbû bibe.
ANKARA (AA) - Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo ku der barê êrîşa li Sirûcê de agahiyan hilde û here ziyareta birîndaran, bi balafira taybet "ANA"yê ve di saet 09.35an de çû Rihayê.