Barış Gündoğan
14 Sibat 2025•Rojanekirin: 15 Sibat 2025
Hat ragihandin ku pêvajoya ya dermankirina Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî qediya û ji nexweşxaneyê derket.
Di daxuyaniya MHPyê da hat bibîrxistin ku Bahçelî 4ê Sibata 2025an ji bo tetqîq, test û check-upê serîlêdana Navenda Tenduristiyê ya Anadoluyê ya li Gebzeya navçeya Kocaeliyê kiribû.
Hat ragihandin ku Bahçeliyê ku beriya niha emeliyata dil derbas kiribû, di encama tetqîq û testan da hat dîtin ku pirsgirêk di qelpexa dilê wî da heye û bi awayekî serkeftî hat emeliyatkirin. Her wiha îro pêvajoya wî ya dermankirinê qediya û ji nexweşxaneyê derket.