Sevim Hatun
25 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2015
Fehmî Demirê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Tarsûsa navçeya Mêrsînê qeza kir û di qezayê de mir.
Tirimbêla bi plakaya Awistryayê ya ku ajovaniya wê Haci Mûrat Dogû dikir, ser rêbeja Tersûs-Edene-Entebê nêzî Damlayê qelibî. Tirimbêla bi plakaya 06 KP 157an a ku ajovaniya wê Demir dikir û bi heman rêyê ve diçû, li vê wesayitê ket.
Ajovan Demir û Dogû li cihê bûyerê mirin.
Cinazê Demir û Dogû piştî lêkolînê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tersûsê.
Di vê navberê de, berî niha hatibû ragihandin ku qeza li Pozantiya navçeya Edenê çêbû.
Hat ragıhandın ku cinazê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Fehmî Demirê ku li Mersînê di qezaya trafîkê de miribû, şandin Enqereyê.
Kurê wî Yilmaz Demir û hin partiyî hatin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tersûsê, bi şîn û girî cinaze teslîm hildan.
Cinazê Demir bi wesayîta Şaredariya Mezin a Mêrsînê şandin Enqereyê.
Sibê li Enqereyê di saet 10.00an de li Navenda Giştî ya HAK-PARê wê ji bo Demir merasimek bê li dar xistin. Piştî merasimê cinazê Demir wê li Cîhanbeyliya navçeya Konyayê di goristana malbatê de bê definkirin.
Demir ji bo ku beşdarî bernameya partiya xwe ya ku ji hêla teşkîlata Mêrsînê ve wê bihata lidarxistin rê kêtibû ku here Mêrsînê. Demir li navçeya Tersûsê di qezaya trafîkê de miribû.