09 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2016
VAN
Serokên 181 eşîran ên ku ji 16 bajaran li oteleke Wanê hatin ba hev û bertek nîşanî êrîşên terorê û îdiayên "Îngiltereyê pere li eşîran belav kiriye" dan.
Ji yek rûspiyê Agiriyê Savci Sayan beriya civînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji bo yekîtî û hevrabûna welêt, ji bo giştiyê axê û yekîtiya alayê em mazuwaniya civîneke gelek girîng dikin. Serokên ku li der û dora Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li hev civiyane nabêjin partî, nijad, reng xwedî li welêt derdikevin. Ji vê hêlê ve ev civîneke girîng e. Em pir bişanaz in. Qasî delegeyên ku beşdarî kongreyên Erzirom û Sêwasê bûne em bikelecan in. Dewleta Osmaniyan têk birin, lê dîsa jî Komara Tirkiyeyê hat avakirin."

- "Li vir ji her aliyê Tirkiyeyê mirov hene."
Sayan got ku îro hewcadarî yekîtî û hevrabûnê heye û wiha axivî: "500 sal berê Yavuz Siltan Selîm hebû, 500 sal paşê Recep Tayyîp Erdogan heye û ev gel wê yekîtî û hevrabûna xwe nîşan bide. Alaya vê welatî wê ba bibe. Azan wê hûş nebe, sînor wê neyên şikandin. Li vir ji her aliyê Tirkiyeyê mirov hene. Bi tenê eşîrên kurd tune ne. Eşîrên ereb û tirk jî hene. Hemû bûne yekbeden û hewl didin ku yekîtî û hevrabûna vî welatî biparêzin.
- "Ji bo ku em wek birayan bijîn çi ji destê ne bê em amade ne"
Serokê eşîra Silehiyê û Şaredarê Durankayaya Hekariyê Fatih Keskîn jî daxuyand ku piştî civînê ew ê peyama yekîtiyê bidin welat.
Keskîn destnîşan kir, Tirkiye wek mozaîqekê ye û li vê derê her kes wek bira dijî û wiha dewam kir:
"Em ji bo hizûr û biratiyê li vê derê ne. Divê em hemû ji bo biratiyê mil bidin hev. Em pê aciz dibin ku li herêmê timî behsa teror, hendek û barîkatan tê kirin. Herêma Hekariyê bajarê weliyan e. Mebesta civîna me ya li vê derê tenê ew e ku em li vê derê bi hev ra ne, em li pişta dewlet û hikûmeta xwe ne. Ji bo ku em li vê derê wek bira bi hev ra bijîn, çi ji destê me were em amade ne ku bikin. Em ê peyama yekîtiyê bidin Tirkiyeyê. Tirkiye wek mozaîqekê ye û em hemû mecbûr in ku li vê derê wek bira bijîn. Em hatin rewşeke wisa ku welatên Ewropayê, her kes li ser me planekê çêdike. Emk nakevin van defikan. Di Împaratoriya Osmaniyan da 22 gelên ku nijadên wan cuda ne bi hev ra jiyan, pirsgirêkek derneket, vêga wê çima pirsgirêkê derkeve? Pirsgirêka me ya kurdan tuneye, pirsgirêka me ya ku em bi hev ra wek bira bijîn heye û em ê bi hev ra bijîn. Kesê xwe nede ber vê."

"Di 15ê tîrmehê da sîle xwarin"
Nûnerê eşîra Gravî Faruk Ozbek jî got ku ew ji ber êrîşa terorê ya li Şemdînliya navçeya Hekariyê li ber xwe dikevin.
Ozbek got ku ew piştgiriyê didin ku nûnerên eşîran hatin bal hev û wiha axivî:
"Ji bo ku ev bûyer kuta bibin em pêşeng çi ji destê me were em ligel dewleta xwe hewl bidin ku van karan çareser bikin. Miheqeq çareseriyeke vê pirsgirêkê heye. Em ê jî ji bo vê biryardariya xwe bidin nîşan. Yarbayê me yê teqawid îdiayek anî rojevê. Lê em wek wî nafikirin. Reîstiya eşîrê wezîfeyeke ew qas hêsan nîne. Kes şeref û heysiyeta xwe bi pera nafroşe, teqez tiştekî wiha tuneye. Em her dem li cem dewleta xwe ne. Welatekî me tenê hene. Em li dora xwe Iraq û Sûriyê dibînin. Me 15ê tîrmehê dît. Xwestin ku dewleta me perçe bikin, lê ji milletê me sîleya xwe xwarin. Xêncî vê derê welatê me tuneye. Em timî ligel dewleta xwe ne. Em rêzê nîşanî welat û alaya xwe didin û ji bo parastina van jî çi ji destê me were em ê bikin."
Serokê Konfederasyona Gundparêz û Malbatên Şehîdan a Anadoluyê Ziya Sozen jî êrîşa terorê ya li Şemdînliyê şermezar kir.
Sozen wiha qise kir:
"PKKyê piştî 15ê tîrmehê, bi taybetî jî piştî ku generalên FETOyî hatin qefaltin û bi şûnda ji destê generalên xwemalî û milî derbeyeke giran xwar. Dikevin kampên PKKyê yên ku ev 30 sal in nikarin bikevinê. Êdî demên wan ên dawîn in. Dema ku Tunela Avrasyayê ya ku mezintirîn projeyeke dîroka komarê ye vebû, li Enqereyê xwekujan xwe teqandin. Em van hewldanan wekî hezmnekirina pêşketina welat dibînin."
"Rêxistina terorê tu carî nikare me temsîl bike"
Serkirdeyê eşîra Batûyan a Şirnexê Mehmet Gungor jî destnîşan kir ku ew timî dijî PKKyê ne.
Gungor got ku ew bi vê xeberê gelekî êşiyan û wiha xeberda, "Mixabin, kengê li Tirkiyê gavek bê avêtin, rêxistina terorê rûyê xwe yê qirêj daye nîşan. Bona ku qeweta civîna me bişikênin, bona ku rojevê biguherînin ev kirin. Li vir armanca kombûna serkirdeyên 181 eşîrî ew e ku li hemberî rêxistina terorê PKKyê çik bisekinin, li dijî wan têbikoşin. Em wekî eşîran timî dijî rêxistina terorê PKKyê ne. Çi FETO, çi PKK kî dibe bira be em wan şermezar dikin. Heya ku dawî li vê terorê were emê têbikoşin."
Serokê eşîra Alan Ayhan Kahraman jî bal kişand ku ew ligel serkirdeyên eşîran kom bûn ku li hemberî rêxistina terorê PKKyê bibin yek û wiha dewam kir, "30 sal e PKK xwe wekî nûnerê kurdan dinasîne. Tu carî ew û baskên wan ên siyasî nikarin kurdan temsîl bikin. Di civînê da peyamên yekîtiyê dê bên dayîn. Dê bê ragihandin ku serokên 181 eşîrî yekdeng in."