HEWLÊR
Endamên Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro ji bo ku li ser pirsgirêkên xwe yên navxweyî bisekinin, bi serokatiya Kosret Resûl civiyan.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya partiyê hat weşandin, li ser daxwaza Alîkarên Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û Berhem Salih, endamên polîtburoyê li Silêmaniyê avahiya navendê ya giştî civiyan.
Dema ku civîn hat kirin, navber hat dayîn û der barê civînê da daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku Îmad Ehmed wek berdevkê partiyê hat hilbijartin. Her wiha hat gotin ku endam li ser raporên ku lijneyên nav partiyê amade kirine sekinîn û armanca wan ew e ku di nav YNKê da yekîtiya navxweyî çêbibe.
YNKê duh salvegera xwe ya 40emîn pîroz kir û tê gotin ku armanca wan ew e ku tevliheviya nava xwe çareser bikin. Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî di 17ê berfanbara 2012an da nexweş ketibû û ji ber nexweşiyê çûbû Berlîna paytexta Almanyayê. Piştî ku Talabanî çû Mela Bextiyarê merivê Talabanî û Hêro Talabaniya jina Talabanî rêvebiriya YNKê dikir.
Ji ber ku rêvebirî di destê merivê Talabanî û jina Talabanî da ye, Kosret Resûl û Berhem Salih di serî da rêvebiran bertek nîşan dabûn. Piştî ku Noşirvan Mistefa ji YNKê qetiya û Hereketa Goranê ava kir, hatibû îdiakirin ku Kosret Resûl û Berhem Salih jî wek Noşirvan Mistefa di nav hewildanê da ne. Resûl û Salihê ku alîkarên Talabanî ne, paşê daxuyanî dabûn û ev îdia hinekî piştrast kiribûn û ji rewşê aciz bûbûn. Berhem Salih jî gotibû ku ew êdî "ne Alîkarê Sekreterê Giştî ye" wê tenê wek endamekî partiyê bimîne.
Her çend gotin ku YNK wê belav bibe jî, malbata Talabanî heta roja îro nehîştin ku partî belav bibe. Lêbelê piştî ku Celal Talabanî di 19ê tebaxa 2014an vegeriya bajarê Silêmaniyê û ji bo ku nexweş bû û nikaribû beşdarî tu civînan bibe jî, tesîra malbata wî li ser partiyê dewam kir.
Talabanî tenê beşdarî civîna polîtburoya partiyê ya 31ê gulanê bû û tenê destûr hat dayîn ku wênekêşê wî yê taybet û kameramanê wî dîmena wî kişandin. Talabanî ji ber nexweşiya xwe beşdarî pîrozbahiya salvegera partiyê jî nebû.
YNKê kongreya xwe ya dawiyê di 6ê hezîrana 2010an da kiribû. Divê kongreya Giştî ya 4emîn di 31ê rêbendana 2014an da bihata kirin, lê ji ber pirsgirêkên navxweyî kongre nehat kirin û bêyî hincetan kongre ji bo dîrokeke nediyar hatibû taloqkirin.