ÎSTANBÛL
Şeva Regaîbê ya ku mizgîniya destpêka sê mehên Receb, Şeban û Remezanê ye li çar aliyê Tirkiyeyê bi dia û nimêjê hat pîrozkirin.
Li Stenbolê welatiyan berê xwe dan mizgefta Siltan Ehmed û beşdarî bernameya ku li wê derê hatibû amadekirin bûn. Guhê xwe dane Qur'ana pîroz, paşê nimêj û dia kirin.
Di çarçoveya bernameyê de "Mewlûda Şerîf" hat xwendin û gelek jin û zarok jî beşdarî bernameya pîrozkirinê bûn.
Li Enqereyê jî welatiyan mizgefta Kocatepe û Hecî Bayramê Welî di serî de berê xwe dan mizgeftan. Di mizgeftan de ewilî Qur'ana Pîroz hat xwendin, welatiyan paşê berê xwe dan qibleyê nimêja xwe kirin û herî dawîn jî li gor daxwazên xwe dia kirin.
Li Erdehanê jî Miftîtiya Bajêr bernameya Şeva Regaîbê li dar xist û xwendekarên Lîseya Îmam Xetîba Anadoluyê ya Ardahanê lawij xwendin. Miftî Aytekîn Yilmaz jî waz da û sohbet kir.
Gelê Agiriyê jî bi minasebeta Şeva Regaîbê berê xwe dan Mizgefta Navendê ya Agiriyê û nimêj û taetên xwe li wê derê kirin.
Li Qers û Sariqamişa navçeya wê jî mizgeft hetanî ber derî bi welatiyan tijî bûn.
Îdiriyên ku berê xwe dan Mizgefta Navendê jî tevlî bernameya ku Miftîtiya Bajêr li dar xist bûn.