KAHRAMANMARAŞ
Agir bi fabrîqeya tekstîlê ku li ser rêbeja Kahramanmaraş û Gazîantepê ye ket û di demeke kurt de mezin bû. Tîmên Agirkujiyê ji bo vemirandinê hatin cihê bûyerê û du helîkopteran jî ji hewayê ve piştgirî dan tîmê.
Şewat piştî 4 saetan hat vemirandin û ya baş ew bû ku di bûyerê de tu tişt bi tu kesî nehat.